Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mun ji bo damezrandina hikumeta nû bangî serokên Iraqî kir û xwest ku bila hikûmeteke hemû hêlên siyasî di nav xwe de dihewîne bê damezrandin.
Di Konseya Ewlehiya NYyê de dema li ser raporê hevdîtin dihat kirin, Ban xwest ku bila hemû welêt li hemberî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) xwedî bertek bin û piştgiriyê nedin wê rêxistina terorî ya ku Iraqê ji pergala demokratîkbûnê dûr dixe.
Ban komên milîtan û piştgiriyên wan şermezar kir û wiha got: "193 welatên ku endamên NYyê ne, bi taybetî jî ew welatên ku cîranê Iraqê ne, bila bi welatên endamên NYyê re bên bal hev û li dijî terorîzm şer bikin û piştgiriyê bidin Iraqê."
Ban, di banga xwe de ji lîderên Iraqî jî xwest ku bila bên bal hev û wiha pê de çû: "Hemû serokên li welêt, divê hikumeteke ku hemû hêlên siyasî di nav xwe de dihewîne bê damezrandin û ji bo vê yekê jî bila hewl û xebat bên kirin. Hikumeta Iraqê ya ku niha bi terorê re li ru bi ru ye divê ji bo parastina sivîlan jî bi her awayî hewl bide."
Ban destnîşan kir ku heke di navbera hikumeta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê de hevkarî bê kirin û plana ewlehiya neteweyî bê amadekirin ev yek li Iraqê di demek dirêj de dê bibe çareserî.
Sekreterê Giştî yê NYyê Ban, li ser hewldanên DÎŞIyê yên ku cihên ku av lê ne digre bin kontrola xwe jî sekinî û hewldanên DÎŞIyê wek "meyldariyek nû ya bi talûke" bi navkir.