Hêzên afgan li bajarê Hostê ya sînorê Pakistanê ji bo milîtanên Talibanê operasyon li dar xistin, di operasyonê de 30 milîtan mirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Afganistanê di operasyonên li bajarê Hostê de gelek çek hatin bidestxistin û navendên Talibanê hatin girtin.
Wezareta Parastinê daxuyand ku di operasyonên giştî yê welêt de 3 leşkerên afgan mirin, 31 bombeyên Talibanê yên ku li herêmên cuda li rê raxistibûn hatin bidestxistin.
Ji hêla din li bajarê Qandaharê li navçeyên Meywend û Şahwelîkotê jî operasyon hatin li dar xistin, 7 milîtanên Talibanê hatin kuştin, 2 hebên wan jî birîndar bûn.
Talibanê hin der barê operasyonan de daxuyaniyek neda.