Elif Orhan
22 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
SOÇÎ
Ji Danezana Hevpar a Lûtkeya Sûriyeyê ya sêalî ya Soçiyê de hat tomarkirin, "Serokên Dewletan teahûdên xwe yên hêzdar ên ji bo serwerî û serxwebûna Komara Erebî ya Sûriyeyê, yekîtî û yekparçeyiya axa wê teyît kirin, destnîşan kirin ku tu teşebûsên siyasî yên ji bo kêmkirina rageşiyê ya navborî, tesîskirina herêman û çareserkirina îxtilafa Sûriyeyê bi tu awayî dê serwerî, serxwebûn, yekîtî û yekparçeyiya axa Komara Erebî ya Sûriyeyê xira neke."
Di danezanê de hat tomarkirin, "Serokdewletan bangî nûnerên Hikûmeta Komara Erebî ya Sûriyeyê û mixalefeta ku girêdayî serwerî, serxwebûn, yekîtî û yekparçeyiya axê û qaraktera parçenebûn a Sûriyeyê ne, kirin ku bi awayekî erênî beşdarî Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê ya ku dê li Soçiyê bê kirin bibin."
Di danezanê de hat tomarkirin, "Serokdewletan ji bo sûriyeyî ji bo ku bi wesiteya hilbijartinên adil û serbest ên ji bo ku ji nû ve tesîskirina yekîtiya welatê wan de bi destûra bingehîn a ku dê piştgiriya gelê Sûriyeyê bistîne jê derkeve bi serkêşiya Sûriyeyiyan û mazûvantiya wan pêvajoyeke giştgir, azad, adil û zelal û di bin çavdêriya NYyê ya guncav de hemû sûriyeyiyên ehlê beşdarbûnê deng bidin arîkarî bidin çareseriya siyasî de li hev kirin."