Emre Aytekin
19 Hezîran 2024•Rojanekirin: 20 Hezîran 2024
Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn bi serdaneke fermî Koreya Bakur ziyaret kir.
Li gor nûçeya KCNAya ajansa nûçeyan ya Koreya Bakur, Pêşengê Koreya Bakur Kîm Jong-un li Balafirgeha Navneteweyî ya Pyonyangê Putîn û heyeta pê ra pêşwazî kir.
Putîn piştî 24 salan cara ewil diçe Koreya Bakur. Putîn û Kîm herî dawîn di Îlona 2023yan da li Sibîryaya Rojhilat ya herêma Rûsyayê hatibûn bal hev.