Özcan Yıldırım
10 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Çalakiya Bîranînê ya Salvegera 75emîn a NATOyê bû.
Serokomar Erdogan ji bo beşdarî Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê bibe li Washîngtona paytextê Amerîkayê dest bi hevdîtinên xwe kir.
Erdogan bi jina xwe Emîne Erdoganê ra beşdarî Çalakiya Bîranînê ya 75emîn Salvegera NATOyê ya ku li Andrew W. Mellon Auditoriumê hat lidarxistin, bû.
Serokên dewlet û hikûmetan yên ku beşdarî civînê bûn di destpêka çalakiyê da bi komî wêne kişandin.
Di çalakiyê da sînevîzyona ku dîmenên bûyerên cuda yên wekî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, damezrandina NATOyê, Şerê Bosnayê, dagirkirina Kirimê û Şerê Rûsya û Ukraynayê dihewîne hat nîşandan.
Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg axaftina vekirinê ya çalakiyê kirin.