Li gor daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Şaxa Enformasyonê ya Serşêwirmendiya Çapameniyê ya Serokomariyê, Serokomar Erdogan ji bo Cejna Newrozê peyama pîrozbahiyê weşand.
Serokomar Erdogan di peyama xwe de destnîşan kir ku Newroz li erdnîgariyeke berfireh bi hezar salan e tê pîrozkirin û nîşaneya biharê ye û wiha got: "Cejna Newrozê di çanda me de ji Rojhilata Navîn bigre heta Balkanan tê pîrozkirin. Newroz şînbûna sirûştê û şînbûna hêviyan e."
Serokomar Erdogan di peyama xwe ya Cejna Newrozê de wiha got: "Hêvî û daxwaz dikim ku Newroz li welatê me ji bo hizûr û biratiya ku em demeke dirêj e ji bo wê têkoşîn didin bibe wesîle û xurt bike."
Serokomar Erdogan di peyama xwe Cejna Newrozê de wiha got: "Ez wisa bawer dikim ku ew hêviyên me yên ku bi biharê ve şîn dibin, di Cejna Newrozê ya ku em li bendê ne de biçe serî û bibe wesîleya heyameke nû ya li pêş me."