Elif Orhan
06 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev re li ser telefonê axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin di axaftina Erdogan a bi Eliyev re de Erdogan diyar kir ji ber ku çend roj berê li Bakuya paytextê Azerbaycanê di navendeke rehabîlîtasyonê de şewat derket û 30 kes mirin gelekî xemgîn e.
Serokomar Erdogan di şexsê Serokomar Eliyev de sersaxî da gelê Azerbaycanê û got ku Xwedê rehma xwe li keêsn ku di şewatê de mirin bike û şifaya xêrê bide birîndaran.
Herdu serokan di axaftinê de qala têkiliyên dualî jî kirin.