Zafer Fatih Beyaz
18 Tebax 2022•Rojanekirin: 19 Tebax 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Lûtkeya Sêalî ya ku bi Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy û Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ra kir da diyar kir ku hemû dinyayê êdî rûdanên erênî yên Mutebeqata Stenbolê ya ku bi saya wî dexlê Ukraynayê ji ser Behra Reş bi awayekî ewledar îxracê dinyayê dibe hîs dike û got ku "Me destnîşan kir ji bo ku pêvajoya dîplomatîk geş bibe civaka navneteweyî divê bêtir berpirsyarî hilde ser xwe."
Serokomar Erdogan bi Volodimîr Zelenskiyê Serokdewletê Ukraynayê û Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ra piştî lûtkeya sêalî ya li Qesra Potoçkiyê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Serokomar Erdogan got ku "Me guftûgo kir ka em di bin şertên berdest da çawa dikarin piştevanî û hevkariya xwe pêş bixin. Min bi vê wesîleyê piştgiriya xwe ya ji bo yekîtiya axê û desthilatdariya Ukraynayê cardin destnîşan kir." û axaftina xwe wiha domand:

"Me fikarên xwe yên ji ber pevçûnên ku li dora Santrala Nukleerê ya Zaporîjyayê didomin anî ziman. Em naxwazin ku Çernobîleke nû biqewime.. Wek Tirkiye em ji aliyekî va ji bo ku pevçûn bi çareseriya dîplomatîj biqedin hewl didin ji aliyê din va li ba dostên xwe yên Ukraynayî sekinîn, em ê li ba wan bin.
Me ji bo pêkanîna hewcehiyên acîl ên gelê Ukraynayê melzemaya alîkariya mirovî ya ji 98 tiran pêşk tê sewq kir. Nêzî 325 hezar kesên ji Ukraynayê berwext ezimand. Me ji bo ku heta ku şert û mercên li Ukraynayê normalîze bibin bikin mêvan 1099 êtîm û 408 refeqatçî bi tevahî 1508 kesî qebûlê welatê xwe kir. Me dı hevdîtina xwe da xirabûna ku şer li Ukraynayê bû sedem guftûgo kir. Min bi Birêz Zelenskiy ra parve kir ku wekî heta îro ji bo ku Ukrayna ji nû va bê avakirin em ê piştgiriya hewce dike bidin."

- "Me xebateke hevpar a dîrokî kir"
Serokomar Erdogan got ku di hevdîtina sêalî ya ku bi beşdariya Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî va kirin da jî mijara wan a sereke ew bû ka dê çawa dawî li şer bînin û ev gotin: "Wekî hûn dizanin ku me biqasî mehek berî niha wek Neteweyên Yekbûyî, Ukrayna, Rûsya û Tirkiye xebateke hevpar a dîrokî kir. Hemû dinya êdî rûdanên erênî yên Mutebeqata Stenbolê ya ku bi saya wî dexlê Ukraynayê ji ser Behra Reş bi awayekî ewledar îxracê dinyayê dibe hîs dike."
Erdogan bi bîr xist ku ji 1ê tebaxê ku destpêka tetbîqkirina mutebaqatê ye vir va bi tevahî 25 keştî û biqasî 625 ton dexlê Ukraynayê gihaşt bazarên dinyayê û wiha axivî:
"Me di peywendiyên xwe yên îro da pêngavên ji bo ku mekanîzmaya heyî fealiyetên xwe zêde bike û bidomîne pêngavên çawa dikarin biavêjin guftûgo kir. Me di hevdîtina xwe ya sêalî da di heman demê da derfetên ji bo ku atmosfera erênî ya ji ber Mutebeqata Stenbolê çêbû biguhere aştiya mayînde nirxandin. Me destnîşan kir ji bo ku pêvajoya dîplomatîk geş bibe civaka navneteweyî divê bêtir berpirsyarî hilde ser xwe.
Ez baweriya xwe ya şer dê dawiya dawiyê da li maseya mizakereyê encam bide muhafeze dikim. Ya rast Birêz Zelenskiy û Guterres jî di heman fikrê da ne. Hemû pirsgirêk tesbîtkirina rêya herî kurt û adil a ku diçe maseya mizakereyê ye. Em amade ne ku ji ser parametreyên li Stenbolê dirûv girtin jibo ku mizakere bên xurtkirin rola hêsankerî û navbeynkariyê bilîzin. Me mijara mubadeleya êsîrên şer û teşebûsên xwe yên vê mijarê da guftûgo kir, ez dixwazim herwiha îfade bikim ku em girîngiyê didin vê mijarê. Ez bawerim kesên niha vir dişopînin hewl didin ku pirsa 'Gelo mubadeleya êsîran çi bû?! bibersivînin. Em ê bi Birêz Putîn ra der barê vê mijarê da nirxandina encamên hemû hevdîtinên xwe yên îro bidomînin."