Elif Orhan
08 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2017
KATAR
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di anketa ku El-Cezîreya qenala televîzyonê ya navneteweyî ya ku navenda wê Qatar e li dar xist de wekî "şexsiyetê sala 2016an" hat hilbijartin.
Di qenala El-Cezîreyê de di bernameya bi navê "Pêşbaziya Nûçeyan" a ku rojnamevanê misrî Mehmûd Mirad pêşkêş dike de di encama anketa ku ji 130 hezarî zêdetir kes beşdar bûn de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wekî "şexsiyetê sala 2016an" hat hilbijartin.
Bernameya navborî her hefte ji temaşevanên xwe dixwaze ku "kesê hefteyê" û "bûyera herî girîng a hefteyê" hilbijêre lê ji ber sala nû vê carê ji temaşevanan xwest ku "şexsiyetê sala 2016an" hilbijêrin.
El-Cezîreyê di merhaleya ewil a anketa ku ji sê merhaleyan pêk tê de xwest ku bikarhêner ji rûpela Facebookê ya fermî ya qenalê ji bo dengdayîna "şexsiyeta/ê sala 2016an" namzedên xwe pêşkêş bikin. Di merhaleya duyemîn a anketê de hat eşkerekirin ku navê 10 kesan ji Facebooka fermî û malpera qenalê ji bo dengdayînê hatiye pêşkêşkirin.
Herî dawî jî ji nav Serokomar Erdogan, li ser navê zarokên sûriyeyî Umran bebek, endezyarê balafirê yê tûnisî Mihemed ez-Zewarî û Serokwezîrê Fasê Ebdulîllah Benkîranê ku di merhaleya duyemîn de dengên herî zêde sitandin dengdayîn hat kirin. Serokomar Erdogan ji nav van kesan wekî şexsiyetê salê hat hilbijartin.
Dema ku encam hatin eşkerekirin El-Cezîreyê bernameya ku qala helwesta biryardar a Serokomar Erdogan a ji bo ku teşebûsa derbeyê ya 15ê tîrmehê bi ser nekeve nîşan da weşand. Di naveroka bernameyê de cî dan kurtejiyana Serokomar Erdogan.
Serokomar Erdogan di anketê de ji sedî 40ê dengan sitand, Umrana sûriyeyî ji sedî 34, endazyarê balafirê yê tûnisî Zewarî ji sedî 17 û Serokwezîrê Fasê Benkîran jî ji sedî 9 deng sitandin.