Ömer Erdem
20 Nîsan 2021•Rojanekirin: 21 Nîsan 2021
Hat ragihandin ku Serokomarê Çadê Îdrîs Deby Itno di pevçûna ku li ser xeta eniyê derket da birîndar bû û mir.
Berdevkê Artêşê Azem Bermandoa Agouna di têlevîzyona neteweyî da daxuyand ku Serokomar Itnoyê 68 salî dawiya hefteyê li bakurê welêt beşdarî operasyona dijî cihêxwazan bû û di pevçûnê da birîndar bû û îro mir.
Di 11ê nîsanê da li welêt hilbijartina serokomariyê hatibû kirin û Itno ji sedî 79,32yê dengan hildabû û cara 6em wek serokomar hatibû hilbijartin.
Serokomarê Çadê Îdrîs Derby Itno bi partiya xwe ya Hereketa Rizgariya Neteweyî va ji sala 1990î vir va welêt bi rê va dibir.