İbrahim Atmaca
09 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2018
ELAZIG
Li Elezîzê doxtorek li mala xwendekaran hat kêrkirin û kuştin.
Li gor agahiya ku hat hildan, Doç. Dr. Mustafa Gîrgînê (35) ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê di Makezanista Cerahiya Giştî da endamê hîndekariyê ye, li taxa Naîl Beyê kuçeya Tuncayê di qata 5em a apartmanekê çû mala xwendekaran.
Li wê derê doxtor û xwendekar bezîn hev û şer kirin. Doxtor di şer da hat kêrkirin.
Cînaran dengê qêrînan seh kir û cab dan polêsan. Polês û ambulans çûn cihê bûyerê.
Polês û ekîbên ambulansê dîtin ku doxtor Gîrgîn miriye.
Polês ji bo girtina gumanbarê ku revî xebat da destpêkirin.