26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadiyê ku ji bo hin hevdîtinên fermî çû Îranê ji hêla Îshaq Cîhangîriyê Alîkarê Yekemîn ê Serokomar va bi merasimeke fermî va hat pêşwazîkirin.
Li gor nûçeya ÎRNAya ajansa fermî ya Îranê Ebadê serê sibê li Qesra Sadabadê bi merasimeke fermî va hat pêşwazîkirin.
Piştî merasimê Cîhangîrî û Ebadî bi heyetan re û hatin bal hev.
Cîhangîrî û Ebadî piştî hevdîtinê daxuyaniyek dan û gotin divê pêwendiyên di navbera herdu welatan de pêşva herin.
Cîhangîrî di daxuyaniya xwe de ji ber serkeftina têkoşîna dijî DEAŞê û parastina axa Iraqê Ebadî pîroz kir û wiha axivî: "Em kêfxweş in ku hikûmeta Iraqê fîtneya ji bo yekîtiya axa welêt dihat kirin, têk bir."
Serokwezîrê Iraqê Ebadî jî got wan hewl daye ku yekîtiya axa Iraqê biparêzin û wiha axivî: "Di vê mijarê de em hevkariya bi Îran, Iraq û Tirkiyeyê re tê kirin kêfxweş in."
Ebadî wê bi Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û Serokê Meclisê Elî Larîcanî va jî wê hevdîtinê bike.