26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: (Der barê teklîfa rawestandina encamên referandumê de) Rêvebiriya Iraqa Bakur çi biryarê dide bila bide, êdî biryarên ku didin nikare zirara dan ji holê rake. Hesabê şaş kirin. Hesabê şaş jî ji Enqereyê, Bexdayê û Tehranê zivirî. Ji vir pê va Îran, Tirkiye û Iraq ji bo aramî û ewlehiya herêmê têkoşîna dijî terorê wê zedetir bi hev ra bixebitin."
Serokwezîr Yildirim: "(Der barê ziyareta Tirkiyeyê ya Ebadî de)Ji bo deriyê sînor ê Xaburê ya ku ji bo ketina Iraqê deriyê me yê sereke ye û ji bo deriyê Xelîl Îbrahîm teslîmî îdareya navend a Iraqê bikin, em bi hev ra dixebitin. Heke kontrola deriyên sînor derbasî hikûmeta navend a Iraqê bibe guzergeha mewcud ji Iraqa Bakur derbas dibe, ji wîr diçe Kerkûkê û dîçe Bexdayê. Ji bilî vê ji bo ku rojavayê Xaburê yanê herêma Xaburê deriyekî nû vebibe jî em axivîn. Aliyê Iraqê jî ji bo vê erênî difikire. Ji bo ku ev derî jî bê vekirin emê bi hev ra bixebitin. Me biryara vê da."