Ahmet Aydın
03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê DYAyê yê li Bexdayê Doulas Silliman û heyeta pê re kir.
Li gorî daxuyaniya ji nivîsgeha Serokwezîriyê, Barzanî û Silliman ji çapemeniyê re girtî, civînek li dar xistin û mijarên weke rewşa berî û piştî referandûmê ya Iraq û HKIyê gotûbêj kirine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li ser mijara digel civaka nêvdewletî hemî alî ji bo nermkirina keşûhewaya di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêdivê hewlê bidin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan diyalogeke cidî bê destpêkirin, hemfikir in.
Hat ragihandin ku di civîna Barzanî û Silliman de Serkonsolê DYAyê yê li Hewlêrê Ken Gross jî amade bû.
Ji aliyekî din ve hat ragihandin ku ev civîn, piştî referandûma ku HKIyê 25ê îlonê encam da peywendiya yekem a digel rayedarên DYAyî ye.