Türkan Tosun
18 Sibat 2018•Rojanekirin: 18 Sibat 2018
MUNÎH
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Almanyayê heşt hevdîtinên dualî pêk anî. Yildirim li Berlînê bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re hat bal hevdu.
Yildirim roja pêncşemê hate Berlînê û li Almanyayê di nav sê rojên dawîn de gelek hevdîtin kir.
Serokwezîr Yildirim û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel hatin bal hev û hevdîtina wan saetekê ajot. Di hevdîtinê de behsa têkiliyên herdu welatan, mijara Sûriyeyê, geşedanên li herêmê û têkoşîna dijî terorê hat kirin.
Piştî hevdîtinên li Berlînê Yildirim çû Munîhê ku beşdarî 54emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê ya Navneteweyî bibe.
Di roja ewil a konferansê de Yildirim bi Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borîsov û Mîrê Qetarê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî re hat bal hevdu. Yildirim nimêja înê li Mizgefta Navend a Navenda Îslamê ya Tirkan ya Kar û Barên Diyanetê kir û li wir silav da welatiyan.
Serokwezîr Yildirim li wir bangî welatiyan kir û got hin pirsgirêkên di navbera Almanya û Tirkiyeyê de wek ku hatine çareserkirin xuya dikin.
Yildirim di roja duyemîn a konferansê de bangî kesên beşdarî konferansê bûne kir û li ser mijara têkoşîna dijî terorê sekinî.
Yildirim Serokê Dewleta Ukraynayê Petro Poroşenko û Serokwezîra Îngiltereyê Theresa May re sohbet kir.
Ji bilî vê Serokwezîr Yildirim bi Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claude Juncker, Serokwezîrê Fransayê Edouard Phîlîppe, Serokwezîrê Gurcistanê Gîorgî Kvîrîkaşhvîlî, Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî, Serokwezîrê Polonyoyaê Mateusz Morawîeckî re cuda cuda hevdîtin pêk anî.
Yildirim Serokê Giştî ya Partiya Demokrasiya Nû ya Yewnanistanê Kîryakos Mîçotakîs jî qebûl kir.
Di hemû hevdîtinan de têkiliyên dualî û geşedanên navneteweyî hatin axaftin.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Parastinê Nurettîn Canîklî û Musteşarê Pîşesaziya Parastinê Îsmaîl Demir jî bi Yildirim re li Almanyayê beşdarî hevdîtinan bûn.