10 Sibat 2017•Rojanekirin: 10 Sibat 2017
ANKARA
Serokwezîr Yildirim li Qesra Çankayayê Pompeoyê Dîrektorê CIAyê qebûl kir û di qebûlê da behsa têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî FETOyê û di vê mijarê da hêviya Tirkiyeyê ya ji rêvebiriya DYAyê kir. Yildirim destnîşan kir, di serî da îadekirina Fetullah Gulenê pêşengê rêxistinê û li DYAyê ji bo têkoşîna dijî rêxistinê ji hemû meqamên DYAyê hevkarî xwest.