Malikî piştî hilbijartinan axaftina xwe ya hefteyî ya ewil kir û peyamên erênî da hemû siyasiyan.
Malikî got ku hikûmeta nû dê bi gelek pirsgirêkan re mijûl bibe. Malikî destnîşan kir ku hikûmeta nû divê herêmên binîqaş ên bi herêma kurd ve çareser bike, qanûnên ku di neft û gazê de yekîtiyê pêk bînin divê derxe.
Ji bilî vê Malikî destnîşan kir ku divê lijneya neftê ya bilind bê avakirin, qanûna hejmara nifûs ya giştî û qanûna partiyan bên erêkirin û gelek meseleyên din ji hêla hikûmeta nû ve divê bên çareserkirin.
Kesên şiî û sunî Serokwezîr Malikî re digotin otorîter e. Piştî vê axaftinê niha Malikî re tê gotin ku "derbasî polîtikayeke nerm dibe." Hin pisporên siyasetê jî dibêjin ku ji bo ku bê pirsgirêk hikûmeta koalîsyonê ava bibe Malikî peyamên erênî dide.