ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, ji tîma Galatasarayê re ji ber ku bû şampiyon, telgrafa pirozbahiyê şand.
Li gor daxuyaniya Navenda Çapemeniya Serokomariyê, Erdogan ji ber ku Galatasaray di sezona 2014 û 21015an a Lîga Spor Totoyê ya Superê de bû şampiyon, ji Serokê Galatasarayê Dursun Ozbek re telgrafekê pirozbahiyê şand.
Her wiha Serokwezîr Davutoglu, li ser hesabê xwe ya twîtterê der barê serkeftina Galatasarayê de peyamek weşand û wiha got:
"Galatasaray di sezona 2014 û 21015an a Lîga Spor Totoyê ya Superê de bû şampiyon û gihişte stêrka xwe ya 4emîn. Ez ji ber vê serkeftinê tîma Galatasaray û camîaya wan pîroz dikim."