Dildar Baykan Atalay
24 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2023
Serokê Amerîkayê Joe Bîden bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ra bi têlefonê axivî û ji ber ku 2 dîlên di destê Hemasê hatin berdan kêfxweşiya xwe destnîşan kir.
Di daxuyaniya Qesra Spî da hat diyarkirin ku Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bi têlefonê axivîne.
Li gor agahiyan Bîden ji ber ku 2 dîlên din yên di destê Hemasê da hatin berdan kêfxweşiya xwe diyar kir û got ku welatiyên Amerîkayê jî di navê da ji bo hemû dîl bên berdan û sivîlên li Xezeyê bi ewledarî ji herêmê derkevin wê cehd bike.
Di axaftinê da Joe Bîden diyar kir ku divê alîkariya însanî daîm ji Xezeyê ra here û der barê alîkariya eskerî ya Amerîka dide Îsraîlê da Netanyahu agahdar kir.
- Wezîrên parastinê yên Amerîka û Îsraîlê bi têlefonê axivîn
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austîn û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî bi têlefonê axivîn.
Lloyd Austîn di axaftinê da destnîşan kir ku divê alîkariya însanî here Xezeyê û balê kişand ser girîngiya parastina sivîlan. Herdu wezîran alîkariya eskerî ya Amerîka dide Îsraîlê jî gotûbêj kirin.