28 Sibat 2016•Rojanekirin: 29 Sibat 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu îro li ser têlefonê bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ra axivî. Di axaftinê da her du serokwezîr li ser têkoşîna koça derqanûnî û rewşa Sûriyê sekinîn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hat hildan, axaftina li ser têlefonê li ser daxwaza Serokwezîra Almanyayê Merkel çêbû.
- Li ser rewşa Sûriyê jî sekinîn
Serokwezîr Davutoglu ji Merkelê ra got ku ji bo pevçûnên li Sûriyê bisekinin, divê alî li gor peymanê tevbigerin, ev beriya her tiştî ji bo ewlehiya sivîlên Sûriyê pir girîng e û got ku divê destûr neyê dayîn ku komên terorîst ên wek DAEŞ û PYD/YPGê ji vê rewşê mifayê bibînin.
Di hevdîtinê da li ser tevkariya Tirkiye-Almanya û Tirkiye-YEyê ya têkoşîna koça derqanûnî jî sekinîn û ji ber tevkariyê kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Her du serokwezîr li ser girîngiya piştgiriya NATOyê sekinîn ku NATO li Behra Egeyê piştgiriyê bide têkoşîna koça dereqanûnî.