Hakan Çopur
26 Adar 2025•Rojanekirin: 26 Adar 2025
Serokê Amerîkayê Donald Trump, Tom Barrackê ku wekî namzedê balyoztiya Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê nîşan da, li Qesra Spî qebûl kir û di vê civînê da pesnê Tirkiye û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da.
Serokê Amerîkayê Trump bi hin balyozên ku wê piştî pesendkirina Senatoyê biçin welatên cuda yên dinyayê ra li Qesra Spî civiya.
Barrackê ku ji bo Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê wekî namzed hat destnîşankirin, bi namzedên din ên balyoztiyê ra daxuyaniyeke kin da çapemeniyê.
Barrack diyar kir, ew kêfxweş e ku bi Trump ra dixebite û spasiya Trump kir û ji bo Tirkiyeyê got "ji şaristaniyên herî qedîm yek e".
Serokê Amerîkayê Trump jî li ser gotinên Barrack wiha got, "Welatekî baş e; pêşengê wî jî baş e."