Bekir Aydoğan
20 Mijdar 2023•Rojanekirin: 22 Mijdar 2023
Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir, divê şerê li Xezeyê bi dawî bibe û kêşeya di navbera Îsraîl-Filistînê da bi çareseriya avabûna du dewletan çareser bibe.
Barzanî di "Foruma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn" da ya li Duhokê hat lidarxistin, êrîşên dijî Xezeyê nirxandin.
Barzanî destnîşan kir, wekî ku di biryarên navneteweyî da jî tê balkişandin, yekane rêya çareserkirina kêşe û nakokiyên di navbera Îsraîl û Filistînê da çareseriya avabûna du dewletan e ku bi vî awayî dê ji bo herdu aliyan mafê hebûn û aştiyê pêk were.
Barzanî diyar kir, ji xeynî wêraniyê tu kêrhantineke şer ne ji bo Filistînê û ne jî ji bo Îsraîlê heye û çareserî ji bo aştiyê îradeyeke qewîn û cesûr e.
Barzanî bal kişand, "şerê di navbera Hemas û Îsraîlê da" careke din jî rastiyeke pir bi eşkereyî selimand û wiha dewam kir, "Pirsgirêk bi bincilkirinê va çareser nabin, bereksê wê bi vî awayî mezintir û girantir dibin ku rojek tê diteqin. Tundî tu pirsgirêkê çareser nake.
Divê hemû dinya hewl bide da ku li Xezeyê kuştina sivîlan û wêranbûn bi dawî bibe, aniha dem dema wê ye. Divê dîlên sivîl bên berdan. Divê şerê li Xezeyê raweste."