Abdullah Tel
29 Mijdar 2018•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2018
ŞANLIURFA
Kefah Basheer Hussainê li Rihayê hat girtin û qaşo "berpirsê tenduristiyê" yê DEAŞa rêxistina terorê ye û Î.Jyê bi eslê xwe ji Fasê ku ew jî endamê DEAŞê ye di îfadeyên xwe da şirîkatiya di navbera DEAŞ û PKK/PYDya rêxistina terorê da careke din raxistin pêş çavan.
Bi saya xebatên ekîbên Midûriyeta Ewlehiya Şanliurfayê Kefah Basheer Hussainê ku qaşo "berpirsê tenduristiyê" yê DEAŞa rêxistina terorê bû û ji herêma Sûriyeyê ya di bin dagirkeriya PYD/PKKya rêxistina terorê da xwest derbasî alî Tirkiyeyê bibe, hatibû qefaltin. Ew li Dadgeha Cezayê Giran a 6emîn hat darizandin û 18 sal û 8 meh cezayê hepsê lê hat birîn. Li heman dadgehê doza terorîst Î.Jyê ji Fasê ye jî didome û îfadeyên wan ên ku li ewlehiyê dabûn derket meydanê.
Hussain di îfadeya xwe da got ku ew ewilî di nav El Qaîdeyê da bû û paşê jî di nav avakarên DEAŞê da cih girt û destnîşan kir ku berî bê girtin di nav DEAŞê da "berpirsê tenduristiyê yê giştî" bû û di bin emrê wî da jî bi qasî 6-7 berpirs hebûn.
Di îfadeya xwe da Hussain ragihand ku piştî Iraqê li ser vexwendinê ew derbasî Sûriyeyê bû û fealiyetên xwe li wir domand û got ku PYD/PKKya rêxistina terorê sala par "agirbest" xwest.
Hussainê qaşo "berpirsê tenduristiyê" yê DEAŞê di îfadeya xwe da got: "Li Reqayê nêzî ku şer biqede DEAŞê got ku ewê her tiştên PYD dixwaze bide wan. PYDyê çekdarên xwe yên birîndar û malbatên wan ji herêmên DEAŞê derxist û bir Dêrazora ku bi qasî 150 kîlometre dûr bû. DEAŞê jî heman guzergeh bi kar anî û tevlî çekên xwe çû Dêrazorê. PYDyê ji mensûbên DEAŞê ra got hûn dikarin li herêmên me ku çiqas çek û wesayît û çi yên we hene hildin û herin. Herdu aliyan jî hertim danûstandin dikir û agahî didan hevdu."
- "Me dît ku DEAŞ û PYD/PKK gihîştine hev"
Î.Jyê bi eslê xwe ji Fasê ye û li heman dadgehê dihat darizandin jî di îfadeya xwe da şirîkatiya herdu rêxistinên terorê nîşan da.
Di îfadeya xwe da Î.J destnîşan kir ku ew dema hat qefaltin herêma mensûbên DEAŞê lê bûn ji hêla PYDyê va hatibû dagirkirin lê tu şer û pevçûn tunebû.
Dema ew li bajarê Susahê bû jî ji hêla DEAŞê va danezaneke bi dizî hat weşandin û wî îfadeya xwe wiha domand: "Di vê danezanê da berpirs Amerîka, PYD/PKK û DEAŞ hatibû nivîsîn. Di danezanê da cihên şer lê sekinîne hatibûn dayîn. Heke DEAŞ li hemberî rejimê bixwaze şer bike wê demê wê jê ra rê bê vekirin. Ji herêmên herdu rêxistinên terorê jî bi qaçaxî derbasbûn hatibû qedexekirin. DEAŞ bi PYD/PKKyê ra wê li hemberî rejimê têbikoşiya û wek berpirs jî li ser serê wan ji alî PYD/PKK berpirsekî payebilind wê hebûya û cihê şerê li hemberî rejimê bê kirin jî tê da hatibû dayîn. Di belavoka veşartî ya li Sûriyeyê hat dayîn da me dît ku DEAŞ û PYD/PKK gihîştine hev. Ev belavok ji hin kesên bijarte ra çûbû û ji ber vê jî haya her kesî ji vê rewşa hevkariyê tunebû. Ez ji ber ku li wê derê dijîm haya min pê bû. Ev agahî ji hêla kesên din va jî hatibûn piştrastkirin."
Qaşo "berpirsê tenduristiyê" yê DEAŞa rêxistina terorê Kefah Basheer Hussain û tevlî 14 kesên pê ra ji hêla ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê ya Şanliurfayê va di operasyona 23ê Rêbendanê da hatibûn qefaltin.