Önder Beyter
29 Mijdar 2018•Rojanekirin: 30 Mijdar 2018
KERKÛK
Li bajarê Kerkûkê yê Iraqê, Sûka Qeyserî ya dîrokî ku mîrata Osmanî ye û beriya ku di şewata 3 roj berê da bi temamî bişewite, pir bi kêrî aboriya bajêr dihat, li benda restorekirinê ye.
Li bajarê Kerkûkê yê ku gelek Tirkmen lê dijîn, Sûka Qeyserî ya dîrokî ya ku ji dewra Osmanî wekî mîrate maye, navenda danûsitandinê ya herî mezin a bajêr bû ku ji bo aboriya bajêr jî sûkeke herî sereke bû.
Nivîskar û lêkolîner Mihemed Haşim di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da der heqê dîrok û erdê Sûka Qeyserî ya Kerkûkê ya ku bi destê Osmaniyan di sala 1855an da hatiye çêkirin, lê di şewata 3 roj berê da şewitî bû rijik da zanyarî dan.
Haşim der heqê sûka ji serdema Osmanî ya ku mîmariya wê taybet e da wiha axivî, "Sûka Qeyserî yek ji mîrata herî girîng a Osmanî ye ku li Iraqê li ser piyan maye. 7 deriyên sûkê ku nîşaneya rojên hefteyekê ne hene û herwiha 24 kuçeyên wê hene ku ev jî nîşaneya 24 saetên rojê ne."
Haşim bal kişand ku ji serdema Osmanî ji xeynî vê, li hin herêmên din jî sûkên wiha hene û wiha dewam kir:
"Ji xeynî Kerkûkê li Diyala û Hewlêrê jî sûkên sergirtî yên wiha hene. Sûka sergirtî ya li Kifriya Diyalayê mixabin xalî ma û ji ber bêxwedîtiyê ji navê çû. Lêbelê Sûka Qeyserî ya li bajarê Hewlêrê hat restorekirin. Ev sûk niha jî wekî rojên xwe yên berê li ser piyan in û qelebalix in."
Haşim destnîşan kir ku piraniya esnafê Sûka Qeyserî, Tirkmen in û wiha got, "Li bajêr herî zêde Tirkmen bi bazirganiyê ra mijûl in. Ji ber vê çendê jî hema hema tevahiya Sûka Qeyserî ji Tirkmenan pêk tê."
Haşim bal kişand ku sûk, ji bo xelkê Kerkûkê, nexasim jî ji bo Tirkmenan mîrateke biqîmet e û lewma jî divê sûk jinûva were restorekirin û vekirin.
- Şewata ku sedemê wê nayê zanîn
Li bajarê Kerkûkê, Sûka Qeyserî ya dîrokî ku mîrata Osmanî ye di 26ê mijdarê da di şewateke ku sedemê wê hê jî nehatiye tesbîtkirin da şewitîbû bûbû rijik.
Esnafê sûkê destnîşan kiribûn ku ji ber şewatê ew zehf mexdûr bûne.