HEWLÊR
Hunermend Şivan Perwer dê ji bo penaberên Sûriyeyê yên li Qampa Basirmayê ya Hewlêrê konsêrê bide. Perwer li ofêsa xwe ya Hewlêrê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku konsêra wî dê di 3yê gulanê de piştî nîvro dest pê bike.
Perwer, ragihand daxwaza wî ew e ku dilê penaberan hinekî xweş bike û wiha axivî: "Nêzîkî 250 hezarî penaber hatin herêma Kurdistanê. Van mirovan ji ber şer mal û warên xwe terk kirin û hatin vira. Ev mirovan hewcedarê alîkarî, hezkirin û dilovaniyê ne. Ya ku ji destê min tê ji wan re kilamgotin e."
Perwer destnîşan kir ku li Sûriyeyê nabêjin ku ev zar in, jin in an jî kalin, hemû kesan dikujin û wiha got: "Rewşa kurdên li Sûriyeyê wek belengaziyê ye. Em naxwazin kesên ku ji Sûriyeyê hatine wek penaberan lê binêrin. Hikûmeta Kurdistanê ji bo ku li sûriyeyiyan xweyitiyê bike bişev û biroj dixebite. Lê belê hêsan nîne ku ji bo 250 hezar kesî şert û mercan amade bikin. Divê mirov hinekî sebr bike. Gelê me yê li Rojavayê bila sebr, berxwedanî û hevîyên xwe biparêzin."
Perwer, diyar kir ku hunermend, bi muzîka xwe ve xizmeta gel dike. Di dilşadî, êş, eşq û hesretiyê de dibe dengê gelê xwe.
Perwer wiha pê de çû: "Gelê me ji me çê bixwazê em her tim amade ne. Ez tû carî di xizmeta gelê xwe de di paş de nemam. Ez her tim dixwazim ku hemû kurdên li dîasporayê bila hevdu nas bikin û alîkariyê bidin hevdu."
Perwer eşkere kir ku heta niha ji bo gelê xwe kilam gotiye û wiha got:
"Min kilamên xwe ji bo biratî, aştî û azadiyê got. Ez her tim ji bo ku zilm, êş û şer çênebin xebitîm. Hemû kilamên min di vê mijarê de ne. Dibêjin ku Xwedê heqiyê jî û neheqiyê jî ji bîr nake. Em dixwazin ku bila ne zilm hebe ne jî mezlum hebin. Her kes azad be û wekhev be. Her kes mafdar e ku ligor ziman, bawerî û çanda xwe jiyana xwe bidamîn e."
Perwer destnîşan kir ku Mesûd Barzanî ji bo wî dibêje "qasidê kurdan" û ew jî ji bo ku kurd li her derê bibin yek dixebite.
Şivan Perwer eşkere kir, beriya vê jî xwest ku li Qampa Domîzê ya li Dihokê konsêrê bide, lê belê ji ber şert û mercên ewlehiyê dest nedan ku konsêrê bide.
Ji hêla din ve 100 çalakvanên ku ji Ewropayê hatinê herêmê ji bo ku bala dinyayê bikişînin ser şerê li Sûriyeyê, sibê dê ji Akreyê heta Qampa Basirmayê bimeşin. Şivan Perwerê jî ji bo piştgiriyê dê beşdarî meşa 50 kîlometreyî be.