21 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
EZAZ/ÎDLIB
Sivîlên ku PYD/PKKya rêxistina terorê ji Til Rifatê bi zorê dan koçkirin piştgirî dan Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku hêviya wan a ji bo vegerîna malê ye.
Niştecihên navçeya Til Rifatê ya ku PYD/PKKya li Efrînê bi zorî da koçkirin li navçeya Ezaza ku xwe sipartinê xwepêşandan kirin.
Ji xwepêşandêran Ebû Elî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Ji bo ku 250 hezar sivîlên ku PKKê ji Til Rifatê tehcîr kirin vegerin malên xwe em ji bo piştgiriya eskerên Tirk û Artêşa azad li vir in."
Ebû Elî got ku "Em ev du sal in di nav konên ku me ji tava havînê û sermaya zivistanê naparêzin de dimnin. Ji bo ku em vegerin malên xwe yên xesbkirî ji Recep Tayyîp Erdogan, Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad dixwazin ku ji bo xilaskirina Til Rifatê jî bila eniyek vekin."
Xwepêşandêrek din Omer el Sîn jî wiha axivî: "Ji ber êrîş û terora PKKya ku Rûsya piştgirî didê em ji axên xwe bûn. Em piştgiriyê didin hemû operasyonên eskerî yên Artêşa Azad û artêşa Tirkiyeyê yên ku dê me bigihînin axa me ya ku dê me vegerîne malên me."
Sîn destnîşan kir ku heta ku vegerin malên xwe amade ne ku şehîdan bidin û çalakiyê bikin.
Nêzî 2 hezarî sivîl beşdarî xwepêşandanê bûn û balê kişand ku jinên pîr tacên ji çiqlê zeytûnê danîn serê xwe û di destê zarokan de jî alayên Tirkan hebûn.
Hêmanên terorîst ên ku ji nav Efrînê derketin di serê 2016an de navçeya Til Rifatê ya li başûrê rojhilatê Efrînê û dora wê 250 hezar sivîlê ji cihên wan kiribûn.