07 Mijdar 2015•Rojanekirin: 09 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê wêne û dîmenên piştgiriya ku welatî didin operasyona ji bo girtina mensûbên PKKya rêxistina terorê hatin kişandin.
Li Fatîhpaşa, Dabanoglu û Hasirliya taxên Sûrê duh ji bo qefaltina mensûbên PKKya rêxistina terorê, girtina hendekan û rakirina barîqatan hêzên ewlehiyê operasyon li dar xistin. Di operasyonê de hevdîtinên ku di navbera wezifedarên hêzên ewlehiyê û welatiyan de bal kişand.
Di operasyona ku ji hewayê ve jî piştgirî hat dayîn de welatiyan kêfxweşiya xwe parve kir û çay û av îkramî polêsên ku ji bo paqijkirina taxê hatibûn, kirin. Polêsan simît da welatiyan û çîkolata û ava fêkiyan li zarokan belav kir.
Hin welatiyan jî diyar kir ku ew ji ber ku endamên rêxistina terorê taxa wan bi kar tînin aciz in û ji hebûna wan razî nînin.
Jineke ku ji şêniyên taxê ye û nexwest navê xwe bide daxuyanî da nûçegihanên AAyê û diyar kir ku piştî hilbijartina 1ê mijdarê terorîstan careke din berê xwe dan taxê û dest bi kolandina çalan û danîna barîqatan kirin.
Jinikê axaftina xwe wiha domand: "Piştî hilbijartinê careke din hatin taxê hendek kolandin. Me ji wan re got nekolin, wan jî ji me re got 'hûn hemû bûne alîgirê Erdogan' û kolandina xwe domandin."