Azat Muhammet
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
HEWLÊR
erokê Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Bro, rexne li polîtîkaya Emrîkayê ya li ser PYD/PKKê girt û got: "Siyaseta Emrîkayê ya ku çek û arîkariya eskerî digihîne çekdarên PYD/PKKê xelet e. Lewra ew çek û muhîmmatên Emrîka teslîmî PYDê dike li dijî welatiyên Sûriyê tên bikaranîn."
Serokê saziya sîwan a kurdên Sûriyê ENKSê Bro, daxuyanî da peyamnêrê AAyê û der barê piştgiriya eskerî ya ku Emrîka dide PKK/PYDê de nirxandin kirin.
Li ser muameleya ku PYD li dijî xelkê Kurd dimeşîne Bro wiha axivî:
"PYD/PKK ji tirsa têkçûnê li dijî bereya demokrasiyê siyaseta kuştin, girtin û îşkenceyê li Sûriyê dimeşîne. Di 5 salên derbas bû de gelek nimûneyên bi vî şêweyî hene."
Ji bo helwesta Emrîkayê ya der heqê PYDê de jî wiha nirxandin kir:
"Emrîka ji me baştir dizane ku PYD PKK ye. Emrîka dixwaze çekdarên PYDê li dijî DEAŞê bi kar bîne. Eger mesele şerê DEAŞê be, guman tê de tuneye ku em hemû dixwazin şerê terorîstên DEAŞê bikin. Lê mixabin ew arîkariyên eskerî yên ku Emrîka dide PYDê li dijî xelkê herêmê, bi taybetî jî li dijî Kurdan tên bikaranîn. Me Emrîka ji vê mijarê agahdar kiriye. Siyaseteke xelet e ku Emrîka arîkariya eskerî digihîne PYDê."
Serokê ENKSê Bro, der barê rewşa dawîn a Sûriyê de jî wiha agahî da:
"Rewşa Sûriyê ne wek tê daxwazkirin e. Heta niha jî tu çareseriyeke siyasî ji bo probleman nehatiye dîtin. Herçiqas li çend cihan şer hatibe sekinandin jî hemû deverên Kurdan di bin desthilata PYD/PKKê de ne û di halekî pir xerab de ne. PKK, dîktatorane muameleyê dike li Sûriyê û sîstema Stalînîst taqîb dike. Rêçika Abdullah Ocalan girtine û nikarin tu karekî hevbeş li Sûriyê bikin. Lewra ditirsin ku sîstema demokratîk a hevbeş duzena wan a dîktatoriyane têk bibe. Ji ber vê sîstema takrayane Rojava li ber têkçûnê ye. Bi deh hezaran kesî koç kiriye û berê xwe dane Tirkiye û Ewropayê."
Der heqê sîstema perwerdeya Kurdî ya li Rojava jî Bro ev agahî parve kirin:
"Hemû hewla me ji bo wê yekê bû ku li mekteban bi zimanê Kurdî perwerde were dayîn. Lê çekdarên PYDê dest danîn ser mekteban û ji hezarî zêdetir mamoste ji karên wan dûr xistin. Li şûna wan alîgirên xwe danîn da ku fikr û îdeolojiya xwe li ser zarokan bisepînin."
Bro got ev ji salekê zêdetir e PYD her carê bi hincetekî rê li ber sazkirina kongreya ENKSê digire û hemû avahiyên wan dişewitîne, lê belê kongreya Partiya Beesa Sûriyê li Qamişlo, Heseke tê girêdan û nikarin tu tiştî bikin.
Herwiha diyar kir ku bi îddiayên "terorîst û mirovkuj" PYDê der heqê wî de biryara girtinê derxistiye û wiha axivî: "Armanca wan ji vê yekê ew e ku her gava vegerim Sûriyê yan min bigirin an jî bikujin. Min dîplomatên navneteweyî jî ji vê tehdîdê agahdar kirine."
Der barê têkiliyên bi Tirkiyê re jî Bro wiha agahî da:
"Têkiliyên me bi Tirkiye û welatên din re baş in. Halê hazir jî gelek caran em bi Wezareta Derveyî ya Tirkiyê re hevdîtinan dikin. Em wek Kurdên Sûriyê, di berjewendiya xwe de nabînin ku di sînorê Tirkiye û Sûriyê de dijayetiya Tirkiyê were kirin. Em dixwazin bi çavê biratiyê û cîrantiyê li hev binêrin."