Sevim Hatun
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
SANA
Îdiaya ku Serokomarê Yêmenê Ebdurabbu Mansûr Hadî "li Erebistana Siûdî di hepsa malê de ye" hat derewandin.
SABAya ajansa xeberan a fermî diyar kir ku nûçeya di hin organên çapemeniyê de cî digire ya der barê "Hadî, lawên wî, hin wezîr û rayedarên eskerî li Riyada paytextê Erebistana Siûdî di hepsa malê de ne" rast nîne.
Li gor agahiyên ku ji rayedarê serokomariyê hat sitandin ev xeberên derew yên ku di serdemeke hêzên koalisyonê yên Erebistana Siûdî serkêşiya wan dike li eniyên paytext Sanayê bi pêş ketin, avêtine ortê ne rast in. Rayedarê Serokomariyê got ku ev kampanyayeke bipergal e li dijî Erebistana Siûdî tê birêvebirin.
Hatibû îdiakirin ku Serokomarê Yêmenê Hadî û lawên wî, li Erebistana Siûdî di hepsa malê de ne.