İbrahim Atmaca
26 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Di Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijayetiya Şîdeta Li Ser Jinê da li Stenbolê hin avahiyên sembol bi ronahiya turuncu va şemilîn.
Di çarçoveya "25ê Mijdara Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijayetiya Şîdeta Li Ser Jinê" ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da piştî ku kampanyaya "Li dijî şîdeta ser jinê bibin yek" dest pê kir, li gelek welatên cîhanê berhemên sembol wê heta 10ê berfanbarê bi rengê turuncu va werin şemilandin.
Di çarçoveya çalakiyê da li Stenbolê berhemên çandî yên wek Kûleya Galatayê, Pira Derbasê ya Metroya Halîçê, Kemera Bozdoganê, Qesra Hîdîvê, Kûleya Beyazitê û pirên wek Pira Yavuz Sultan Selîm, Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê, Pira Fatîh Sultan Mehmet jî bi rengê turuncu va şemilîn.