Türkan Tosun
26 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
QUEBEC CITY
Li Quebec Cîtya bajarê Kanadayê komên rastgir ên tundrev La Meute û Storm Allîance yên ku li dijî îslamê ne xwepêşandanek li dar xistin, di çalakiyê de 44 kes hatin binçavkirin.
Andre Turcotteyê Berdevkê Polêsan ê Quebec Cîtyê got komên La Meute û Storm Allîance yên ku bi qasî hezar kesî ne jî ber ku ber bi navenda kongreya Partiya Lîberal a Quebecê ya ku civîn lê dihat kirin meşiyan polêsan mudaxaleya wan kir.
Turcotte daxuyand çalakvanan gogên berfê avêtin polêsan li ser vê polêsan jî xaza rondikrêj reşande ser wan.
Turcotte got hin çalakvanan êlegên gule jê derbas nabe li xwe kirine, di destên wan de cop hebûne.
Berdevk Turcotte anî zîman di xwepêşandanê de 44 kes hatine binçavkirin û çalakî bê xisar qediyaye.
Koma rastgir a tundrev La Meute di cotmeha 2015an de ji hêla Erîc Venne û Patrîck Beaudry va hat avakirin û qasî 40 hezar endamên wê hene. Kom hewl dide li hember îslama radîkal û şerîetê mirovan organîze bike.
Koma din Storm Allîance jî di sala 2016an da li Quebecê ji hêla Dave Tregget hat avakirin, tê texmînkirin ku 3 hezar alîgirên wê hene.