03 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2020
Li Bexdaya paytextê Iraqê bi moşekê dijî balafirgehê êrîş hat kirin û di êrîşê da Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û alîkarê serokê rêxistina Heşdî Şabiyê ya nêzikî Îranê Ebu Mehdî el-Muhendis hatin kuştin.
Di nûçeya televizyona dewletê ya Iraqê da wiha hat gotin "Li gor agahiyên çavkaniyên çapemeniyê yên Heşdî Şabiyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis li Bexdayê li ser rêya balafirgehê di êrîşa dijî wesaîtên wan da hatin kuştin."
Rêvebiriya Iraqê ragihandibû ku li Balafirgeha Bexdayê û derdora wê bi moşekan êrîşa hatiye kirin.

Di êrîşa li Bexdayê da berpirsyarê Heşdî Şebiyê hat kuştin
Hat ragihangin ku di êrîşa li Bexdaya paytextê Iraqê bi fuzeyê birin ser balafirgehê da Mihemed Riza Cabiriyê Berpirsyarê Protokolê û Têkiliyên Gel ê Heşdî Şebiya hêza milîsên Şiî hat kuştin.
Li gor xeberên çapemeniya herêmî, fuzeyeke avêtin Balafirgeha Bexdayê li wesayîta Cabirî û mêvanên wî yên ji dervayê welêt hatibûn têda bûn ket. Cabirî û mêvanên wî di êrîşê da hatin kuştin.
Hê agahî nehat
Televizyona Îranê piştrast kir ku Qasim Suleymanî di êrîşa Amerîkayê da hatiye kuştin
Televizyona dewletê ya Îranê piştrast kir ku Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis li Balafirgeha Bexdayê ji ber êrîşa Amerîkayê ya dijî wesaîtên wan hatine kuştin.
Di nûçeya televizyona dewletê ya Îranê da hat piştrastkirin li paytext Bexdayê di êrîşa li balafirgehê hat kirin da Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis hatin kuştin.
Hat destnîşankirin êrîş bi firokeyên Amerîkayê hatine kirin.
ku kesên di wesayîtê da bi Cabirî ra mirin kî ne.