Hakan Çopur
02 Gulan 2025•Rojanekirin: 03 Gulan 2025
Hat ragihandin ku Mîke Waltzê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê yê ku bi şaşîtî li ser koma Sîgnalê ya ku planên şerê Yêmenê lê dihat parvekirin rojnamevanekî Amerîkayî zêde kir hat rexnekirin, dê dev ji peywira xwe berde.
Li gor nûçeya ku di çapemeniya Amerîkayê da cî girt û sipartin çavkaniyên Qesra Spî yê navê wî nehat eşkerekirin Waltz dê dev ji peywira xwe berde.
Li gor nûçeya ku cara ewil qenala CBS Newsê da Waltzê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê alîkarê wî Alex Wong dê dev ji peywira xwe berde.
Qesra Spî hê der barê mijarê da daxuyaniyeke fermî neda.
Waltz bi "şaşîtî" li ser koma Sîgnalê ya ku planên şerê Yêmenê lê dihat parvekirin rojnamevanekî Amerîkayî zêde kir hat rexnekirin, dê dev ji peywira xwe berde.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku Waltz "şaşiyek kiriye", "divê bûyer neyê mezinkirin" û "ji şêwirmendê xwe memnûn e."