Elif Orhan
30 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2016
BATMAN
Li Batmanê di çarçoveya lêpirsîna ku piştî teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) dan destpêkirin de 419 xebatkarên kamûyê ji peywir hatin dûrxistin.
Di daxuyaniya Walîtiyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna dijî teşebûsa derbeyê tê kirin de 419 kes ji peywira kamûyê hatin dûrxistin.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku ji kesên ku ji kar hatin dûrxistin 24 kes binçavkirî ne, 23 kesên ku sewqî dadgehê kirin, hatin girtin û 7 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.