18 Adar 2016•Rojanekirin: 19 Adar 2016
ŞANLIURFA
Sûriyeyiyên ku bi tehdîdê ew mecbûr hiştin ku ji herêmê koç bikin bertek nîşanê li bakurê welêt ji aliyê PYDya şaxa Sûriyê ya PKKya rêxistina terorê ve îlankirina federasyonê ya yek alî dan.
Enver Gîtafê parêzerê sûriyeyî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku PKK û PYDyê bi piştgiriya Qendîlê jî herêmên di destê ereb û tirkmenan ji wan sitand û ew mecbûrê koçkirinê kirin.
Gîtaf bal kişand ku armanca polîtîkaya tehcîrê ya PYDyê ew e ku li herêmê dewleteke kurdan ava bike û wiha axivî:
"Ev herêm herêmên ereb, kurd, tirkmen û suryaniyan e. Em wek gelê herêmê tu carê dê destûr nedin vê yekê. Em naxwazin ku axa Sûriyeyê parçe bibe û em ê destûr jî nedin. PKKyê bi piştgiriya DYA û Rûsyayê jî em ji mal û warê xwe kirin. Heta em dizanin ku li Qamişloyê fermandarên DYA û Rûsyayê arîkariya PYDyê dikin. Tirkiyeyê deriyên xwe ji sûriyeyiyên ku PKKyê ew ji malên wan kirin re vekir û her cure arîkarî da wan. Ez li ser navê sûriyeyiyan spasiya Tirkiye û gelê Tirkiyeyê dikim. Em vir çiqas jî baş bên ezimandin lê dîsa wekî mal û welatê me nabe. Em hêvî dikin ku demildest vegerin welatê xwe."
Îbrahîm Kadîrê sûriyeyî jî qal kir ku PYDya rêxistina terorê ew bi zorî ji malên wan kir.
Kadîr diyar kir bihîstin ku PYDyê yek alî federasyon îlan kiriye û dê vê yekê tu carî qebûl nekin û wiha axivî: "Em tu carî naxwazin ku axa Sûriyeyê perçe bibe. PYD dema pêşî hat wê herêmê dest bi kuştina gel kir û di serî de jî diya min belasebep qetl kirin. Diya min jin e dikare çi zirarê bide wan? Em ji hemû welatên dinyayê dixwazin ku destûr nedin hewldanê avakirina dewletê ya PYDyê û perçebûna Sûriyeyê."
Talal Casim jî da zanîn ku di encama tehdeya PYDya rêxistina terorê de welatê xwe terikandin û qal kir ku dê qebûl nekin ku PYD li ser welatê wan federasyonê ava bikin.
Casim bal kişand ku PYD û PKK li herêmê bûyerên terorê dikin û ev gotin: "PYD û PKK rêxistinên terorê ne û ez dixwazim ku hemû dinya vê bibîne. Ev rêxistina terorê niha jî hewl dide ku dewletek ava bike. Mimkûn nîne ku em vê qebûl bikin. Bi çi awayî dibe bila bibe em dê destûr nedin ku PYD li axa me federasyonê îlan bike."