24 Sibat 2018•Rojanekirin: 26 Sibat 2018
ANKARA
Hat îspatkirin ku YPG/PKKya rêxistina terorê li Efrînê bi darê zorê sivîl revandine û ew kirine mertalên zindî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên eskerî hatin bidesxistin di çarçoveya Herekata Çiqlê Zeytûnê de ya ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) li herêma Efrînê dike de ji bo ku gundê Maskahê ji terorîstan bê paqijkirin operasyon hat kirin.
Di dema operasyonê de li gund di depoyekê de 4 sivîlên 80-90 salî yên ku terorîstan bi bombeya destan deriyê wê dafik vedabûn, destê wan girêda bûn û li dora wan mayîn û teqemeniyên bidestçêkirî hatibûn bicîkirin hatin tespîtkirin.
Li ser vê yekê Tîma Tespîtkirin û Îmhekirina Mayîn û Teqemeniyên Bidestçêkirî (METÎ) midaxaleyî mekanîzmayên mayîn û teqemeniyên bidestçêkirî kirin.

Sivîlan pişt re di nav ewlehiyê de ji herêmê derxistin û ew sewqî qereqola hidûd kirin.
- Li gund 12 mekanîzma hatin dîtin
Di çarçoveya operasyonê de malên din jî yên îhtimal heye ku bi rewşên manend re rû bi rû bimînin jî bi heman awayî lêgerîn hatin kirin. Di nav gund de bi tevahî 12 mekanîzma hatin dîtin û bi kontrol hatin îmhekirin.
Bûyerê nîşan da ku rêxistina terorê sivîan wek mertalên zindî bi kar tîne û bi vê rêbazê jî dixwaze zeyîatê bide hêmanên Artêşa Tirkiyeyê yên ku dê bêne arîkariyê.
Gundê Maskhayê duh bi destê Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê hatibû rizgarkirin.