Elif Orhan
24 Sibat 2018•Rojanekirin: 24 Sibat 2018
XÛTAYA ROJHILAT/ÎDLIB
Rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê êrîş birin ser Xûtaya Rojhilatê ya bin eblûqeyê de, di êrîşên asîmanî de 15 sivîlên din jî mirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li herêmê ragihandin ji cî û warên sivîlan li Dûmayê 8, li Şîfoneyê 3, Eyn Termayê 2, li Seqbayê 1, Zêmelkayê 1 bi tevahî 15 sivîl hatin kuştin.
Êrîşên tund dewam dikin û ditirsin ku jimara miriyan zêde bibe.
Li gor agahiyên ku ji navenda Parastina Sivîlan a li Xûtaya Rojhilatê hatin bidestxistin di êrîşên tund ên rejimê de di 4 rojên dawîn de 334 kes mirin.
Rejimê di 4 rojên dawîn de 22 navendên tenduristiyê, mizgeftek û êtîmxaneyek hedef girt.
Li Xûtaya Rojhilat ku di kontrola muxalifan da ye, nîvî jê zarok nêzî 400 hezarî sivîl dijîn. Ligel ku di peymanên Astanayê da Xûtaya Rojhilat jî wekî herêma bêşer hatibû ragihandin, lêbelê rejima ku Rûsya garantorê wê ye, ji nîsana çûyî vir va dorpêça xwe ya li herêmê bêtir tîne hev. Li herêma ku her diçe qeyrana mirovî lê kûrtir dibe bi sedan jê acil, bi hezaran nexweşên sivîl li benda texliyeyê ne.