Muhammet Kurşun
24 Îlon 2017•Rojanekirin: 24 Îlon 2017
KERKÛK
Teşkîlata Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê dixwaze referandûm were texîrkirin
Teşkîlat YNKê li Kerkûkê, der barê referandûmê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku divê ev pêvajo were derengxistin.
Di daxuyaniyê de wiha hat ragihandin:
"Li tevahiya Herêma Kurdistanê, Kerkûkê û herêmên binîqaş munasibtir e ku referandûm were derengxistin. Em dixwazin piştî desteka navxweyî û dereketî were garantîkirin referandûm çêbibe."
Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm ku ji aliyê Parlamentoya Iraqê ji wezîfeyê hat wergirtin jî do ragihandibû ku dê referandûm li Kerkûkê çêbibe û nayê texîrkirin.