Muhammet Kurşun
24 Îlon 2017•Rojanekirin: 24 Îlon 2017
HEWLÊR
Hat ragihandin ku topxaneyên Îranê li sînorê Herêma Kurdistana Iraqê, navçeyên Hecî Umeran û Balekayetî bombebaranê dikin.
Li gor malpera resmî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) topxaneyên Îranê li Hecî Umeran û Balekayetî dest bi bombebaranê kirin.
Li gor xeberê topxaneyên Îranê gundên Gundejor, Alane, Konerê, Dînoyê Gewre û yê Biçûk û Berde Zerde bombebaran dikin, ew pêvajo hê jî berdewam e.
Der barê ziyana maddî û canî de hê tu agahî nehatiye dayîn.