Gökhan Çeliker
03 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2023
Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçeli eşkere kir, 142 welatiyên Tirk tevî xizmên xwe ji Xezeyê derbasî Misrê bûn.
Keçeli di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got, "Ji Xezeyê texliyekirina welatiyên me ji duh û pê va cardin dest pê kir. 142 welatiyên me tevî xizmên xwe ji Xezeyê derbasî Misrê bûn."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, tê pêşbînîkirin koma navborî dê îro bigihîje Tirkiyeyê.