02 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
WASHINGTON
Rex Tillersonê Wezîrê Karên Derva yê DYAyê, piştî dengdayîna li Senatoyê Qesra Sipî sond xwar û dest bi wezîfeya xwe kir.
Donald Trumpê Serokê DYAyê û Mike Spencerê Alîkarê Serok jî tevlî merasima sondxwarinê bûn.
Trump di merasima sondxwarina Tillerson da xeberda û wiha got: "Divê em destpêkeke nû bikin. Lewra ji her gavî zêdetir em di nav şer û pevçûnan da ne."
Tillerson di dengdayîna Senatoyê da digel 43 rayên red, bi raya 56 senatoran ji Senatoyê derbas bû.
Hefteya borî jî di dengdayîna li Komîteya Karên Derva a Senatoyê Tillerson bi ferqa rayekê derbas bûbû û peywir hildabû.