Abdullah Tel
20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Li Senatoya Amerîkayê ji ber ku komên komarparêz û demokratan di mijara pêşnûmaya budçeya berwext da li hev nekirin, pêşnûma derbas nebû û li ser vê yekê jî hikumeta federal a Amerîkayê ya di bin serokatiya Donald Trump da di salvegera xwe ya ewil da bi fermî hat girtin.
Ji ber qebûlnekirina pêşnûmayê ji îro pê va li Amerîkayê wê gelek kar û barên saziyên dewletê bisekinin. Bi milyonan karmendên dewletê yan wê beleş bixebitin û yan jî wê ji mecbûrî îznê hildin.
Qewlê budçeya berwext a sêyemîn a ku kar û barên saziyên dewletê pê birêva dihat birin bi saeta Washingtonê di saet 00.00î da qediya. Di senatoyê da mensûbên hêlên komarparêz û demokratan li ser budçeya çaremîn a berwext li hev nekirin û di kongreyê da nesepandin. Li ser vê yekê hikûmetê jî ji ber têrnekirina çavkaniyên fînansî gelek kar û barên fermî yên dewlet birêva dibe da sekinandin.