Hemin Hüseyin
10 Adar 2017•Rojanekirin: 11 Adar 2017
HEWLÊR
HÊMIN HUSEYIN - Emîrê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr, li ser qeyrana siyasî û aborî ya li Herêma Kurdistanê, ragihandina serxwebûnê, şerê li dijî DEAŞê, guftûgoyên dawîn di nav partiyan de, civînên di nav partiyên Îslamî de û mewcûdiyeya PKKyê li Şengalê nirxandinên giring ji bo Ajansa Anadoluyê kirin.
- Civînên partiyên îslamî
Elî Bapîr diyar kir ku ji bo xebatên hevbeş di nav partiyên îslamî de projeyek li ber destê wan e û wek Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Bizotneweya Îslamî ya Kurdistanê li ser şirîkatiyekê kar dikin.
Emîrê Komeleyê li ser naveroka civînên navbera partiyên îslamî de wiha agahî da:
"Ev civîn sê alî ne. Armanca wan jî projeya karên hevbeş di navbera her sê aliyên îslamî de ye. Kesayet û rêxistinên din ên îslamî jî beşdarî civînan dibin. Em dibînin ku partiyên sekulerîst ên karbidest di demên borî de li îdareya Herêma Kurdistanê qeyranên siyasî û aborî çareser nekirine. Em wek xelkê misilman dixwazin dengê xwe bikin yek û erka xwe ya şer'î bicih bînin."
- Hebûna PKKyê li Şengalê
Elî Bapîr li ser kêşeya Şengalê û hebûna PKKyê li wê derê wiha nirxandin kir:
"Kîjan cih dibe bila bibe divê xelkê herêmê bi xwe biryara pêşeroja xwe bide. Şengal di çarçoveya Herêma Kurdistanê de ye. Divê Herêma Kurdistanê biryarê li ser wê navçeyê bide. Niha 18 hêz li Şengalê hene, ev berî ku bajêr wêran bibe û xelk terkeser bibe lazim e heban. Bêguman hebûna wan hêzan li Şengalê tiştekî xerab e. Wek bermîleke barûdê ye. Loma divê pêşî guh bidin xelkê herêmê. Şerê li Şengalê ez ditirsim ku bi wekalet be."
- Iraqa piştî DEAŞê
Emîrê Komeleyê bîr û raya xwe li ser Iraqa piştî DEAŞê wiha anî ziman:
"Sunnî bi hemû pêkhateyên xwe ve welatê wan wêran bûye. Xwîna wan hatiye rijandin. Eger şiî biaqil û dûrbîn bin divê bizanibe ku dinya ne tenê ew şev û roja ku tê de baladest in. Divê bizanibin ku heta qiyametê jî dikarin heqê sunniyan binpê bikin. Lewra berberiya taîfî li vir kûr e. Divê em şîretê ji tarîxê bistînin. Niha şiî, ji şiiyan wêdetir jî Îran ji Iraqa piştî DEAŞê mesûl e. Divê ji bo edalet, bihevrejiyan û wekheviyê bixebitin. Şiî ji bo xwe çi dixwazin divê ji bo sunniyan jî bixwazin.
Elî Bapîr wiha dewam kir:
"DEAŞ li ser sunniyan dihat hesibandin, lê em dinêrin ku zirara wan tenê ji bo sunniyan bûye. Loma piştî DEAŞê tu belge û behane di destê şiiyan de namîne ji bo çêkirina Heşda Şebî û hêzên din. DEAŞê tenê herêmên sunnî wêran kirin. Em li dijî hemû wêrankariyan in lê DEAŞê li Iraq û Sûriyê tenê herêmên sunnî kavil kirin."
Li ser têkiliyên Hewlêr û Bexdayê piştî nemana DEAŞê jî wiha axivî:
"Belê piştî DEAŞê ihtimal heye ku alozî di navbera Herêma kurdistanê û Iraqê de çêbibe. Loma divê ji niha de rê li ber wan were girtin. Xelet e ku em bi fikra şer hereket bikin û bêjîn piştî DEAŞê dê şerê Heşda Şebî durist bibe."
- Meseleya ragihandina serxwebûnê
Elî Bapîr careke din dubare kir ku serxwebûn heqekî rewa yê xelkê Herêma Kurdistanê ye û wiha pê de çû:
"Ev heqê me ye lê divê em di demeke guncan de gavan biavêjin. Divê em problem û girîftên xwe çareser bikin. Ji bo vê jî lazim e gavên ciddî bêne avêtin. Mesela divê hêzên çekdar îdî emir ji partiyên siyasî wernegirin. Divê tebayiya siyasî çêbibe. Divê ji bo jêrxaneya welatê xwe xemxwir bin. Divê biryara serxwebûnê li ser esasê lihevtêgihîştinê be. Digel hemû cîranan lazim e zemîn were rexsandin."
- Bilindkirina Alaya Kurdistanê li Tirkiyê
Emîrê Komeleya Îslamî li ser bilindkirina Alaya Kurdistanê di kêliya seredana Serokê Herêm Kurdistanê bo Tirkiyê de li Balafirgeha Stenbolê, ya Enqereyê û hevdîtina digel Serokwezîr Bînalî Yildirim, wiha axivî:
"Em vê pêngaveke baş dibînin. Bi qenaeta min AK Partiyê di mijara çareseriya pirsa kurd de gavên pir baş avêtine. Lê alîgirên fikra sekularîzmê qebûl nakin ku miamele digel kurdan were kirin. Tirkiya beriya AK Partiyê û piştî AK Partiyê ji hev pir cuda ne. Beriya wê jî AK Partiyê gavên pir baş avêtine. Dema ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan seredana Diyarbekirê kir bi kurdî axivî. Di hemam demê de qenaleke ku bi zimanê kurdî weşanê dike vekir. Herwiha pêvajoya aştiyê jî pêngaveke pir baş bû. Ji bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê pêngaveke tarîxî bû. Lê mixabin têk birin."
Elî Bapîr rexne li Hevserokê HDPyê Selahattîn Demîrtaş jî girt û got:
"Dema Demîrtaş hat vir min jê pirsî: 'Ma kesek heye ku agir bi mala xwe vede? Ew şer ji bo çi derket? Gelo bi rizamendiya we bû û agahiya we jê hebû?' Lê cewabeke ronî bi destê min neket. Qendîlê, her çawa kiribe bila kiribe tiştekî gelekî xelet kir."
Herwiha li ser Tirkiye wiha dewam kir:
"Têkiliyên baş ên Tirkiyê digel partiyên Herêma Kurdistanê cihê kêfxweşiyê ye. Lê ne tenê PDK divê digel partiyên din jî têkiliyên baş deyne. Ev dê destê Tirkiyê bihêztir bike. Ev vebûna Tirkiyê li welatên erebî û îslamî tiştekî pir baş dibînin. Tirkiye dikare bibe bedîla Ewropayê."