Muhammet Kurşun
10 Adar 2017•Rojanekirin: 10 Adar 2017
ANKARA
Rojeva serekî ya civîna Konseya Hevkariya Asta Bala ya di navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de dê qeyrana Sûriyê be. Herdu alî jî dixwazin ku normalîzebûna têkiliyan piştî krîza xistina teyareyê bigihînin encamê.
Li çarçoveya Konseya Hevkariya Asta Bala ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hat avakirin heta niha 5 civîn hatine kirin.
Civîna 6emîn ji ber Çiriya Paşîn a 2015 xistina teyareya Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê ve nehatibû kirin. Piştî Hezîrana 2016an pêvajoya normalîzebûnê dest pê kir û haziriyên ji bo civîna 6emîn jî hatin kirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî krîzê 3 caran rûbirû axivîn, bi 10an caran jî di ser telefonê re xeber dan. Par meha tebaxê li St. Petersbûrgê civiyan. Piştre li Zîrweya G-20 li Çînê kom bûn. Herî dawîn jî Pûtîn Çiriya Pêşîn a 2016an hat Tirkiyeyê.
Li gor agahiyên ku AAyê ji berpirsên Tirkiyê wergirtin dê hedefa serekî temamkirina normalîzebûna têkiliyan be.
Herwiha berpirsên Tirkiyê diyar kirin ku hevkariyên di warê bergirî, ewlehî û îstixbaratê de ji beriya 24ê Çiriya Paşîn a 2015an bihêztir in.
Herwiha piştî hewla derbeya 15ê Tîrmehê jî serokê biyanî yê ku ewilî piştgiriya xwe bo Tirkiyê ragihand ku Pûtîn bû, loma jî ev ji bo Enqereyê xwedî ehemmiyeteke cuda ye.
Çavnêrî tê kirin ku vîzeya li ser welatiyên Tirkiyê jî bi temamî rabe û astengiyên li ber îxracata xida û zebzeyan jî nemînin.
Piştî krîzê 40 hezar welatiyên Tirkiyê bûbûn 13 hezar.
Herwiha li gor agahiyan dê rojeva serekî di hevdîtinan de Sûriye be.
Enqere dê hevkariyeke bibandortir der barê mewcûdiyeta PKKyê li Minbic û Şengalê ji Rûsyayê re ragihîne.