Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Kûbat Talabanî got: "Tirkiye ji bo çareserikirina pirsgirêka kurd hewl dide. Bi taybetî di mijarên der barê kurdan de însîyatîfê digre ser xwe. Me jî wek herêma Kurdistanê îrade nîşan da û me got ku em ji bo alîkarî dayînê amade ne. Me ragihand Tirkiyeyê ku, em ji bo piştegirîdayîna pêvajoyê aştî û çareseriyê amade ne."
Panela ku Enstîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn (MERÎ) organîze kir ya bi navê "Tirkiye, Kurd û Rêvebiriya Herêma Kurdistanê" li Hewlêrê dest pê kir.
Kûbat Talabanî di panelê de axivî û got ku têkiliyên di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyeyê de ji mêj ve xurt in. Talabanî got ku aliyên erênî û neyînî yên têkiliya ku ji mêj ve dewam dike hebin jî ji berê ve dewam dikin û wiha axivî: "Têkiliyeke ku carinan tevlihev dibe ye; lê di qadeke aştiyane de dewam dike. Helbet aliyên erênî û neyinî yên van têkiliyan jî hene."
-Têkiliyên di salên 1990î de
Talabanî ji dîrokê mînak dan û wiha axivî: "Çend merhaleyên têkiliyên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hene. Tê bîra min di salên 1990î de Celal Talabanî û Mesût Barzanî bi dizî diçûn Tirkiyeyê û bi birêz Ozal re hevdîtin dikirin. Têkilî zehf baş bûn lê bi nepenî dihatin birêvebirin. Her tişt ji çapemeniyê, ji teyamulên dîplomatîk dûr birêve dibirin. Protokola ku îro heye di wan çaxan de tune bû. Navê kurdistanê û peyva kurd qedexe bûn. Wê demê pêkan nebû ku em bernameyeke wiha li dar bixin, ji Trikiyeyê erkdar bên û em li ser têkiliyên di nav bera Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyeyê de biaxifin. Îro, lidarxistina bernameyeke bi vî şiklî nîşaneya pêşveçûneke berbiçav e. Him ji bo me him jî ji bo rêvebiriya Tirkiyeyê gaveke erênî ye."
-"Me bi guman li hev du mêze dikir"
Talabanî got: "Di salên 1990î de me bi guman li hev du mêze dikir. Erkdarên Herêma Kurdistanê û yên Tirkiyeyê bi guman bûn." Talabanî wiha pê de çû:
"Têkiliyên wê serdemê yek alî bûn. Mijar tenê PKK bû. Ji hevalên me yên ku niha di nav me da ne Sefîn Dîzayî û Sadî Ahmet Pîre wê demê meseleyê ji nêz ve teqîb dikir. Ev hevalên me wê demê çiqas hewl bida jî, ji ber meseleya PKKyê mijar nedihat çareserkirin û dibû girêkek. Nêzî salên 2000î têkiliyên me di qada aboriyê de xurt bûn. Hejmara şirketên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê zêde bûn. Bi vî awayî têkiliyên me û yên Tirkiyeyê xurttir bûn. Lê belê dîsa jî ev têrê nedikir û têkiliyên siyasî û aborî pêş neketibûn. Aliyan li hev nedikir û pirsgirêk hebûn."
-Qeyrana ku di sala 2008an de qewimî
Talabanî got ku qeyrana ku di sala 2008an de, di navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê de qewimî di civîneke nepenî de hat çareserkirin û wiha dewam kir:
"Leşkerên Tirkiyeyê di sala 2008an de hatin herêma Kurdistanê û li vir li dijî PKKyê li Qendîlê operasyon dan destpêkirin. Rêvebirên herêma Kurdistanê û gel ji ber vê yekê ketin nav fikaran. Birêz Mesût Barzanî wê demê çû herêma şer. Em wek gelê kurd li benda encameke xetere bûn. Lê belê Birêz Celal Talabanî di adara 2008an de, li Bexdayê bi erkdarên herêma Kurdistan û Tirkiyeyê re civînek li dar xist. Bi saya wê civînê tansiyon ket, xetere ji holê rabû û ji bo têkiliyên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de serdemeke nû dest pê kir."
-Pêvajoya Çareseriyê
Talabanî bal kişand ser giringiya pêvajoya çareseriyê û wiha got: "Tirkiye ji bo çareserikirina pirsgirêka kurd hewl dide. Bi taybetî di mijarên der barê kurdan de însîyatîfê digre ser xwe. Me jî wek herêma Kurdistanê îrade nîşan da û me got ku em ji bo alîkarî dayînê amade ne. Me ragihand Tirkiyeyê ku, em ji bo piştegirîdayîna pêvajoyê aştî û çareseriyê amade ne."
-Berxwedana li dijî DÎŞIyê
Talabanî bibîr xist ku Trikiyeyê destûr da ku pêşmerge di ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanêyê bibin û wiha got: "Lê belê divê ev jî bê zanîn ku bendewariya herêma Kurdistanê di mijara 'berxwedana li dijî DÎŞIyê' de ji Tirkiyeyê zêdetir bû. Tirkiye di vê mijarê de alîkariyeke qismî kir. Em hêvî dikin ku Tirkiye jî bibe parçeyeke koalisyona ku li dijî DÎŞIyê têdikoşe. Ji bo li herêmê îstîqrar pêk bê û aramî çêbe divê Tirkiye zêdetir însîyatîfê hilde ser milê xwe."
-"Divê suniyan jî tevlî pêvajoya siyasî bikin"
Kûbat Talabanî got ku tevlîbûna suniyan a pêvajoyê girîng e û wiha pê de çû: "Ji bo sunî jî bigihejin armanca xwe divê piştgiriyê bidin pêvajoyê, ber li pêvajoyê negrin."
-Panel dewam dike
Panela bi navê "Tirkiye, Kurd û Rêvebiriya Herêma Kurdistanê" dewam dike. Di berdawiya panelê de dê Şêwirmendê sereke yê Serokwezîr Ahmet Davutoglu Etyen Mahçûpyan, Şêwirmendê sereke yê Serokwezîriyê Hatem Ete, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Sefîn Dîzayî û erkdarên din jî biaxifin.