Abdullah Tel
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
ANKARA
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê Senegal û Morîtanyayê jî daxilî pergala Navenda Texmîna Ewrên Xubarê yên a Dijîtal a ku ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê hat amadekirin û Tirkiye birêva dibe, kir.
Ji niha pê va herdu welêt jî wê bikaribin ji xizmetên pergalê îstifade bikin.
Midûrê Giştî yê Meteorolojiyê Îsmaîl Guneş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku cihguherîna xubarê di pergala ekolojîk a dinyayê da xwedî cihekî girîng e û sedem jî hişkayî ye.
Guneş destnîşan kir ku çolên li Afrîka, Asya, Erebistana Siûdî, Amerîka û Awistralyayê ji bo xubarê jêder in û wiha pê da çû: "Ji çol û deverên hişkayî lê zêde ye salê bi qasî 2 milyar ton xubar tevlî hewayê dibe. Li welatên herêmê 2 santîgrad zêdebûna germahiyê hewayê wê gelek bûyerên hewayî yên tund bi xwe ra bîne."
Di berdewamiya axaftina xwe da Guneş got ku Tirkiye ji ber cihê xwe yê li ser rûyê dinyayê nêzî Rojhilata Navîn û Afrîkaya ku ji çavkaniyên xubarê ne. Guneş ragihand ku dema ewrên xubarê radibin tesîra wan herî zêde li deverên nêzî sînorê Iraq û Sûriyeyê, Herêma Rojhilatê Anadoluyê û herêma Konya-Karamanê tê dîtin.
Guneş destnîşan kir ku Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber vê sedemê Modela Texmîna Çûnûhatina Xubarê ya Herêmî (BSC-DREAM8b) ku bi 8 pariyî ye û li gor ewrên xubarê yên li esman belav dibin, çêkir.
Li gor pergalê ewrên xubarê wê bi kê derê va herin û tesîra wan li kê derê zêde be jî ji ser înternetê bi raya giştî ra tê parvekirin.