Serokê Eniya Tirkmena (ITC) û Parlementerê Kerkûkê Erşet Salihî diyar kir ku ji Serokwezîr Haydar el-Îbadî daxwaz kirin ku hêzeke Tirkmena ya çekdar bê avakirin.
Salihî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku piştî êrîşên DÎŞIyê, gelê tirkmen ê li Iraqê bêyî parastin man.
Salihî got ku tirkmenan herçiqas bi hin çekên sivik xwe parastibe jî ev têrê nake, ji bo parastinê pêdivî bi çekên giran heye.
Salihî got niha di rojevê de mijara Tirkmen hêzeke çekdar avabikin heye û wiha pê de çû: "Me ji Serokwezîr Haydar el-Îbadî daxwaz kir hêzeke çekdar a Tirkmena bê avakirin. Heke hikûmeta navendî bersiveke erênî nede, em ê jî wekî Kurda ji Welatên Ewropayê û DYAyê çekan bixwazin."