20 Tebax 2017•Rojanekirin: 21 Tebax 2017
BEXDA
Heyeta Referanduma Bilind a Herêma Kurdistana Iraqê li Bexdayê çû ziyareta Eniya Tirkmenan a Iraqê û der barê referandumê de axivî.
Erşet Salihiyê Serokê Eniya Tirkmenan a Iraqê û rayedarên partiyê, heyet li navenda partiya xwe pêşwazî kirin.
Piştî civînê Salihî û Sadî Ehmed Pireyê Berdevkê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li ser navê heyetê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê li dar xistin û der barê hûrgiliyên hevdîtinê de agahî dan.
Erşet Salihî got ew û kurd xwedî rabirdûyeke biêş a hevpar in û divê ji ber vê divê li ser qedera hevpar pirsgirêkan biaxivin û bi hev re çareser bikin.
Salihî got divê aliyek nasnameya aliyê din red neke, lewra her kesî zilm dîtiye.
Li ser pirsa referandumê jî Salihî wiha got: "Me der barê referandumê de fikrê xwe daxuyand. Bi taybetî jî li cihên dervayî herêmê (HKI) em naxwazin referandum bê kirin."
Li ser navê heyetê jî Pire axivî û got berê herdu alî di heman eniyê de bûn, herdu aliyan jî di dema Baasê de zilm dît. Ji ber vê divê ji bo jiyaneke baş û biîstiqrar herdu alî bi hev re tevbigerin.
Pire got mafê tu kesî wê neyê binpêkirin û wiha axivî: "Ji bo navbera tirmenan û kurdan xirab bibe hin kes fitneyê derdixin, provokasyonan dikin."
Heyeta Referanduma Bilind a Herêma Kurdistana Iraqê ev hefeteyek e li Bexdayê di serî de Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî, Serokê Meclisê Selîm el-Cuburî, partiyên siyasî û aliyên din re der barê referandumê de hevdîtinan dike.