02 Hezîran 2016•Rojanekirin: 02 Hezîran 2016
BERLÎN
Bi hezaran tirkên ku li Almanyayê dijîn, pêşnûmaya bûyerên sala 1915an a der barê ermeniyan a ku wê îro li Meclisa Federal (Bundestag) deng ji bo wê dayîn, li paytext Berlînê protesto kirin.
Platforma Hevkariya Tirk- Alman li Bundestagê ev çalakî li dar xist û 20 hezar kes beşdarî vê xwepêşanê bûn.
Li çalakiyê kesên beşdarî xwepêşanê bûn alayê tirk, alman û azeriyan û pankartên ku li ser "Bundestag rêzê nîşana hiqûqa Ewropayê bide", "Ji derewa komkujiyê re na", "Em vê derewê qebûl nakin", "Divê dîrokê ji dîrokzanan re nehêlin" nivîsandî dan destê xwe.
- "Dîroka tirkan bi dereweke komkujiyê ve nabe bê lekedarkirin"
Serokê Komeleya Ji Bo Aştiyê Diyalog Alî Soylemezoglu got ku dîroka tirkan bi derewa komkujiyê ve nabe bê lekedarkirin û wiha axivî: "Di dîroka me de komkujî tune. Em dixwazin vê bi eşkere li vir bibêjin. Tirkiye îro ji berê xurttir e. Ji bo ku welatê me bêtir xurt bibe divê em hewl bidin. Heke tu bêhêz bî, nikarî mafê xwe biparêzî. Bi tenê yên bihêz in mafê xwe diparêzin. Ji ber wê divê em zarokên xwe baş perwerde bikin. Hewcedariya Ewropa û Almanyayê bi hevkariya Tirkiyeyê heye. Berevajî vê nikarin ji qeyranê xilas bibin."
Hunermend Ugur Işilak jî konserek da.
Gelê Filistîn, Misir, Sûriye û Azerbaycanê yên ku li Almanyayê dijîn jî piştgirî dan xwepêşanê.