ÎSTANBÛL
Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha got: "Çi serqot, sergirtî û çi jî roman û hemû aliyên din, tirk, kurd, sunnî û elewî em hemû xwîşk û bira ne. Em hemû unsûrên eslî ne. Heke ku cudakeriyeke bi vî rengî biqewime, ez soz didim we, ezê li hemberê cudakerî û miemeleyên xirab li Serokwezîrtiyê mekanîzmayekê ava bikim û ezê bi we re îstişare bikim û birayekî me yê roman ji we re wekî şêwirmend bigrim."
Serokwezîr Davutoglu li ofîsa xebatê ya Dolmabahçeyê ligel rîspî û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl (SCS) ên roman re hat bal hev. Di civînê de Davutoglu bi bîr xist dema ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan devê dosyeya Dêrsimê vekir û li ser navê dewletê ji welatiyên xwe lêborîn xwest, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu derneket û tiştek negot.
Davutoglu destnîşan kir ku rûmeta mirovan ji bo wan pir gîrîng e û wiha pê de çû:
"Dema ku ez çûm Dêrsimê jî min heman tişt gotin. Muhîm nîne ku raya xwe bidin me an na. Ji bo me tenê meseleyek heye. Ew jî rûmeta mirovî ya welatiyên me ye. Însan, ji ber ku jixweber mirov e xwedî rûmet e, eşrefê mexlûqatê ye. Dema ku em li wê dinêrin, nexasim dema ku meriv li çavên dilovan û tije mihebet yên mîna we dinêre, meriv tenê rûmetê tê de dibîne. Em bi tu hawî destûrê nadin cudakeriyê. Niha ez bang dikim. Di komîsyonê de jî mijara ku li hember derdikevin ev e. Mesele ne ew e ku meriv ji wan namezedekî an du namzedan nîşan bide, wan têxe nava lîsteyê. Mesele ew e ku meriv dilê wan xweş û geş bike. Mesele ne ew e ku ji wan namzed bikevin lîsteyê, mesele ew e ku meriv dilê romanan xweş bike. Me ev tişt kir, me dilê romanan xweş kir."